Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina dagirkeriyê, li Silêmaniyê didome

Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji Başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê dewam dike.

Kampanyaya îmzeyan ku ji bo leşkerên Tirk ji axa Başûrê Kurdistan û Iraqê derbikeve, ji aliyê Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz ve hatibû destpêkirin, hê didome.

Kampanya li seranserê navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi coşeke mezin berdewam e.

Li Meydana Derkê Sera ya bajarê Silêmanî standek ji aliyê endamên rêxistina ciwanan hat vekirin.

Şêniyên Silêmanî tevî roja Erefeyê bû jî eleqeyek mezin nîşanê kampanyayê da û di nav çend saetan de bi sedan kes tevlî kampanyaya îmzeyê bûn.

Back to top button