Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Qurbanê serdana goristanên şehîdan kirin û mûm li ser gorên wan pêxistin.
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê serdana goristanên Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrisê, şehîdên Komkujiya Til Rifet û Aqîbeyê kirin.
Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin.
Piştre zarokên şehîdan li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi zimanê kurdî û erebî daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nirxên gelê Kurd taybet jî goristanan hate şermezar kirin.
Zarokên Şehîdan di daxuyaniya xwe de soza têkoşînê dubarekirin û gotin:
“Em soz didin ku em ê berxwedanê mezin bikin û ala serkeftin, azadî û berxwedanê bilind bikin.”
Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxisti n.
Her wiha şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê, Minbic û Şêxmeqsûd jî bi heman armancê serdana goristanên şehîdan kirin û li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.