Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê diyar kir ku divê Êzidî dersên mezin ji Fermana 74’an derxînin û bizanin ku bê xweparastin û xweserî wê nikaribin hebûna xwe bidomînin.
KCK’ê bang li Êzidiyên li kampên başûrê Kurdistanê, Rûsya û Ewropayê kir ku vegerin li ser axa xwe û wê biparêzin.
Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya hêzên herêmî 3’yê Tebaxa 2014’an êrîş birin ser Şengalê û bi hezaran Êzidî qetilkirin û revandin.
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegera Fermana 74’an ya li ser Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku Êzîdî bê xweparastin û bê xweserî nikarin hevbûna xwe bidomînin.
KCK’ê êrîşên li ser Şengalê bibîrxist û diyar kir dema ku DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir artêşa Iraqê û pêşmergeyan Êzîdî neparastin û got, ”
“Tenê 12 gerîlayên bi lehengiya Derwêşê Evdî Şengalê parastin, nehiştin ku bi temamî qira Êzidiyan were.”
KCK’ê destnîşan kir ku Êzidîxana xweser ji bo Êzîdiyan bivênevê ye û ev tişt anî ziman,
“Ger ku parastin û xweserîya Şengalê hebûya wê DAIŞ nikaribuya êrîşê Êzîdxanê bike.
Ji bo ku Êzîdî careke din fermanê nejîn, divê bibin xwedî xweserî û xweparastin.”
KCK’ê bang li Şengaliyên li derve kir û diyar kir ku divê Êzidiyên di kampên başûrê kurdistanê, yên Rûsya, Ewropayê ji bo hebûna Êzdatiyê biparêzin, şengalê ji xwe re bikin war û vegerin ser axa pîroz a Şengalê.
Konseya Rêveber ya KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ewê ji bo Şengaleke azad têkoşîna xwe bidomînin û got,
“Rêber APO civaka Êzidî emanetê me kiriye. Ji bo ku Êzidî bibin xwedî jiyana azad û demokratîk, berdêla xwe çi dibe bila bibe tişta ku dikeve ser milê me emê bicihbînîn.”