HDP û DBP: Em Cejna Qurbanê li hemû gelan pîroz dikin

HDP û DBP’ê jî cejna Qurbanê li hemû gelan pîroz kir û hêzviya azadî û demokrasiyê kirin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Perwîn Bûldan di peyama xwe de got:

“Ev cejn careke din weke HDP hesreta me ya ji bo aştiyê, hêviya me ya ji bo demokratî û biratiyê mezin dike.”

Hevserok Mîthat Sancar jî diyar kir ku ji bo aştî, piştevanî, azadî û jiyaneke azad ava bikin, ew ê têbikoşin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî cejn pîroz kir û hêvî kir ku cejna Qurbanê bibe wesîleya aştî û azadiyê.

DBP’ê destnîşan kir ku ew ê her xwedî li nirxên hevpar ên mirovahiyê derkevin û berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button