Dewleta Tirk a dagirker şandina çekan ji bo Idlibê didomîne û duh 20 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk 20 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.
Li gorî Çavdêriyê, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine, bûye zêdeyî 8 hezar 380yî.
Her wiha zêdeyî 11 hezar û 500 leşkerên Tirk jî, derbasî Idlib û gundewarê Helebê kirine.
Hêzên hikûmeta Şamê çeteyan li başûrê Idilbê topbaran kirin
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku Hêzên Hikumeta Şamê topbarana xwe li gund û bajarokên başurê Idilbê didomîne.
Li gorî çavdêriyê, hêzên hikûmetê bi çekên giran deverên Quqfîn, Filêfil, Fitêre û Kensefre , Kefer Uwêd û Eyn Laroz topebaran kir.