NOBEDA JI OCALAN RE AZADÎ LI STRASBOURGÊ DI HEFTEYA 343’AN DE YE

Çalakiya Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ya ji bo Rêber Ocalan di hefteya 343’an de ye.

Her hefte komek çalakiyê dewr digire û bi vî awayî heta niha çalakiya nobedê didome.

Çalakiya ‘Nobeda ji bo azadiya Ocalan’ ji 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir.

Vê hefteyê komek ji 4 kesên ji bajarê Dûîsbûrgê yê Almanyayê çalakî dewr girtin.

Bi navê komê axaftin hate kirin û hat diyarkirin ku Rêber Ocalan ev 20 sal in di tecrîdê de ye.

Li beramberî vê tecrîdê jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) bi erka xwe ranabe.

Rêber Ocalan timî daxwaza aştî û aramiyê dike.

Lê belê, yên li hemberî me ji ber ku ji aştî û mirovahiyê fêhm nakin erka xwe bi cih naynin.

Leave a Reply

Back to top button