El Muşrif: Dewleta Tirk berpirsê êrîş û teqînan e

Cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser Enwer El-Muşrif diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya sîxurên xwe, kuştin û teqînên li herêmê pêk tîne û sûcên li dijî mirovahîyê dike. Muşrif bang li civaka navneteweyî kir ku li hember kiryarên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Der barê kuştin û teqînên ku li herêmê rû didin, cîgirê Hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser Enwer El-Muşrif, ji ANHA re axivî.

El-Muşrif diyar kir ku dewleta Tirk berpirsê tevahiya teqîn û bûyerên kuştinê yên li herêmên Rêveberiya Xweser e û da zanîn ku dewleta Tirk, sîxurên xwe li herêmê bi kar tîne, ji bo ewlehiya herêmê xirab bikin.

El-Muşrif got, “Li cem Rêveberiya Xweser gelek belge hene û îsbat dikin ku dewleta Tirk berpirsê bûyerên kuştin û sûcên li dijî gelê Sûriyê ye.”

El-Muşrif bang li civaka navnetewî kir ku li hember sûcên Tirkiyê helwestê nîşan bidin.

Duh jî Berdevkê Qebîleya Igêdat Silêman El-Kesar li herêma El-Bisêra ya Dêra Zorê hatibû kuştin û kurê wî jî birîndar bûbû.

Back to top button
Close
Close