DYA leşkerên xwe yên ji Almanya vekişandî wê derbasî Polonya bike

DYA li Ewropa leşkerên xwe ji nûve bicih dike. Her çiqasî Serokê DYA Donald Turmp biryara kêmkirina leşkerên xwe li Eworpa da, lê tişta ku xuya dike tenê ji nûve bicihkirina leşkeran li welatên nû ye.

Amerîka leşkerên ku ji Almanya vedikêşe, veduguhêze Polonya. Ango Amerîka li welatên cîranê Rûsiya leşkerên xwe ji nûve bicih dike.

Bi nêzîkbûna dema hilbijartina serokatiya DYA yê re, Donald Trump dixwaze sozên vekişandina leşkerên xwe yên li welatên biyanî bicih bîne.

Amerîka leşkerên xwe yên ku ji almanya vekişandî wê li Polonya bicih bike.

Wezîrê Parastinê ya Polonyayê ji kanaleke rodyoyê re axivî û diyar kir ku wê herî kêm hezar leşkerên Amerîkî û navendeke fermandariyê li Polonyayê were bicihkirin.

Wezîr diyar kir ku navenda fermandariyê ya Amerîkayê ku wê were avakirin wê hemû hêzên li eniya rojhilat a NATO’yê bi rê ve bibe.

Li gorî wezîrê parastinê di navbera Varşova û Washîngtonê de peymanên ji bo danezana hevkariyeke leşkerî bi dawî bûye.

Wezîr anî ziman ku di demên pêş de wê bi hêzên Amarîka re peymanekê îmze bikin.

Du roj beriya vê daxuyaniyê Wezêrê Parastinê Mark Esper diyar kiribû ku wê nêzî 12 hezar leşkerên Amerîkayê ji Almanya were vekişandin.

Esper diyar kiribû ku li Almanyayê 34500 leşkerên wan hene, wê 6400 leşkeran vekişînin û 5600 leşkeran jî bişînin welatên din ên NATO’yê.

Tê payîn ku 2 hezar leşker jî li Belçîka û Îtalyayê were bicihkirin.

Li aliyê din, Fermandarê hêzên DYA yê li Ewropa yê berê Ben Hodges diyar kir ku ti plana stratejîk ya Trump ya vekişîna leşkeran ji Almanya tine ye.

Back to top button