Netewên Yekbûyî banga rawestandina şer di Lîbyayê de kir

Çeteyên Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbyayê ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digire xwe nêzî bajarê Sirtê dikin. Li aliyê din jî NY û Komkara Erebî banga rawestandina şer û ragihandina agirbestekê ji bo Lîbyayê kirin.

Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ji bo Lîbyayê, Stephanie Williams, banga rawestandina şer di Lîbyayê de kir.

Stephanie Williams got:

“Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê bibe derfetek ji bo şerê di Lîbyayê de raweste û agirbestek pêk were:

Her wiha dest bi danûstandinên siyasî were kirin.”

Komkara welatên Ereb careke din banga ragihandina agirbestekê kir

Duh jî Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyz bang li aliyên şerker di Lîbyayê de kir ku dev ji gurkirina şer biqerin û tifaqeke fermî di navbera xwe de pêk bînin.

Ebû El-Xeyz careke din jî li ser destwerdana derve di karûbarê Lîbya de û dewamkirina şandina çete û çekan ber Lîbyayê ve, nerazîbûna xwe nîşan da.

Back to top button