Misir careke din nerazîbûna xwe derbarê destwerdanên derve di Lîbyayê de nîşan da

Misir careke din nerazîbûna xwe derbarê destwerdanên derve di karûbarê Lîbî de nîşan da.

Îro Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şikrî bi riya telîfonê bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres re derbarê rewşa dawî ya Lîbyayê axivî.

Samih Şikrî îşaret bi dewleta Tirk kir û destwerdanên derve di karûbarê Lîbî de red kir.

Şikrî li ser rêbaza siyasî ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê re teqez kir.

Back to top button