MSD: Em amadekariya komxebateke giştî dikin

MSD’ê ji despêkê heya roja îro hikûmeta şamê jî di nav de bi gelek aliyan re ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê hevdîtin pêk anîne.
MSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê dest bi diyalogan bi nûnerên gelê Sûriyê, ji rewşenbîr, akademîseyan û şêx û rûspiyên herêmê bike û piştre komxebateke giştî li darbixe.

Meclîsa Sûriya Demokratik MSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo çareseriya aloziya sûriyê ew amadekariya komxebateke giştî dikin.

MSD’ê diyar kir ku ji bo nêzîkbûn û tevlibûnek bêtir, ew ê komxebatekê ji nûnerên gelê Sûriyê, rewşenbîr, akademisyan û rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re lidar bixin.

MSD’ê destnîşan kir ku ev komxebat ji bo avakirina projeya netewa demokratîk, jiyana hevpar, Xuşik-biraytiya gelan û yekitiya çaranûsê xurt bike wê lidar bikeve.

MSD’ê diyar kir ku tekane rêyên çareseriya aloziya Sûrî îrada gelên Sûrî bingeh girtin e û got:

Ji bo diyaloga Sûrî di navbera gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de ber bi hevgirtin û hevkariyek bêtir li hember gefên li ser ewlehiya herêmê ve, pêwîstiya veguherînên mezin bi helwestên berpirs, nirxandeke rast ji bûyeran re û dîtinek berpirs heye, da ku pêşeroja avaker di welêt de bê avakirin.

Meclisa Sûriya Demokaratîk teqez kir ku destwerdanên derve aloziya Sûriyê kurtir dikin, çareserî di destê gelên Sûriyê de ye.

Back to top button