Piştî kuştina rûspiyê êla Begara li Dêra Zorê, şerek di navbera êla Begara û çeteyan derket

Piştî kuştina rûspiyê êla Begara li Dêra Zorê, di navbera heman êlê û çeteyên Tirkiyê de li bajarokê Secwa yê Helebê pevçûn derket

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, duh li nêzî dergeha Bab El-Selama êrîş çêbûye û pevçûn derket.

Li gorî çavdêriya Sûrî, di encama şer û pevçûnê de kuştî û birînadar ji herdu aliyan de çêbûn.

Tê zanîn duh, hin kesine nenas şêxê eşîra El-Bûrehma yê Qebîleya El-Begara Elî El-Weys li bajarokê El-Dehla yê Dêra Zorê kuştibûn.

Back to top button