Rêxisitna Tenduristî ya Cîhanî: Roja înê di cîhanê de 293 hezar kes bi coronayê ketin

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî diyar kir ku roja înê jimara pêketiyên coronayê bi giştî cîhanê de gîhîşt asta herî jor. 

Li gor daneyên Rêxistian Tenduristî ya Cîhanî roja înê bi giştî cîhanê nêzî 293 hezar kes bi coronayê ketine û nêzî 10 hezar kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistinê diyar kir ku jimara herî zêde jî li DYA, Brezîlya, Hindistan, Koreya Başûr hatin tomarkirin.

Her wiha rêxistinê balkişand li ser zêdebûna pêketiyên corona li welatên wek Fransa, Tirkiye, Spanya jî û got:

Zêdebûna pêketiyên coronayê nîşand dide ku pêla duyem a coronayê destpêkiriye.

Her wiha Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî dazanîn ku li gor lêkolînên wan wê corona bandoreke neyînî ku bi salan bidome wê li ser civakê bike.

Back to top button