Çeteyan di nav de zarokek 3 kes li gundê Girê Spî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundekî Girê Spî yê dagirkirî de girt û 3 kes revandin.

Çeteyên artêşa Niştimanî ya Sûrî ya girêdayî dewleta Tirk bi ser gundê Eayo yê nêzî rêya M4 a Girê Spî gitin.

Dema çeteyan girt ser gundê Eayo ji bo şêniyên bitirsînin bê serûber gule berdan.

Li gorî navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê sûrî çeteyan ji gund di nav de zarokek 3 kes revandin.

Back to top button