Li Fîlîpînê di navbera artêş û terorîstan de şer derket

Artêşa Fîlîpînê ragihand, ku li başûrê welêt, di navbera wan û komeke terorîst de şer derket û di encamê de 6 terorîst û 3 leşkerên wan hatin kuştin.

Artêşa Fîlîpînê diyar kir ku şer duh înê li bajarokê Batîkol ê li girava Colo, ku hezar KM dûrî Manêla ya paytext e rû da.

Berdevkê artêşa Fîlîpînê destnîşan kir, ku di dema derbasbûna dewriyeyeke artêşê de, çend çekdaran, ku guman heye girêdayî rêxistina Ebû Seyaf bin, ew gulebaran kirin.

Ev çekdar, piştî 40 deqeyan ji pevçûnê, reviyan û artêşê hêzek ji bo girtina wan şand.

Rêxistina Ebû Seyaf, tundrewtirîn rêxistinên Fîlîpînê ye û berya niha gelek êrîşên terorîstî li welêt pêk anîne.

Back to top button