PADÊ, Ji bo mafên Êzidiyan konferansekê li dar dixe

Bi dirûşma “Êzidî li pêşeroja xwe digerin”, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan bi boneya salvegera 6. a Fermana 73’yan, 4 Tebaxê konferanseke berfireh li Şengalê li dar dixe.

Komîteya Amadekar a Konferansê anî zimên ku 6 sal di ser Fermanê re derbas dibin û hîn jî bêdengî navneteweyî dewam dike û mafên Êzidî û qurbanên Fermanê nehatine dayîn.

Ji ber vê yekê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan, konferanseke berfireh bi beşdariya 300 mêvanên ji hundir û derve li dar dixe.

Wê di konferansê de mafên Êzidiyan ên berî Fermanê li Iraq, sedema ferman û pêşeroja Kurdên Êzidî were nîqaşkirin.

MŞD Û KCDK-E’yê banga tevlîbûna li çalakiyan kir

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat jî bang li hemû Êzidî, rewşenbîr, demokrat û welatparêzan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên li dijî komkujiyê bibin.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê jî, wê di 3’ê Tebaxê de ji bo şermezarkirina komkujiyê li Kanada, Ewûstralya û Ewropayê çalakî lidar bixe.

KCDK-E’yê banga tevlîbûna li çalakiyan kir.

Back to top button