QSD: HÊZÊN ME 2 KM PÊŞ KETIN Û 34 NUQTEYÊN PARSTINÊ AVA KIRIN

Şerê şervanên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de, dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê dawî eşkere kir.

Navendê ev agahî dan.

Şervanên QSD’ê êrîşeke berfireh birin ser navendên Çeteyan û şereke giran rûda.

Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û yên din jî reviyan.

Şervan 1 Km pêş ketin û 9 nuqteyên paretina ava kirin.

Li aliyekî din jî piştî şerekî dijwar, şervanan 12 nuqte ava kirin.

Di vî şerî de, gelek çete hatin kuştin.

Her wiha li enieyek din jî, şervan 1 KM pêş ketin û 13 nuqte ava kirin.

Li vê derê jî balafirên Koalîsyonê gelek êrîş pêk anîn û hejmarek çete hatin kuştin.

Tîmên taybet ên QSD’ê jî dest bi paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan kirin.

Navenda Ragihandina QSD’ê doh di bîlançoya xwe de jî eşkere kir ku 35 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 11 rê li çeteyan hatin girtin.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close