72 baroyan piştgirî da serokê baroya Hatayê

Polîsên faşîzma AKP’ê li dijî civakê zextên xwe zêde kiriye. Polîsan di nava zextê de Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez binçav kirin.

Li dijî vê bêedaletiyê, 72 baroyên Tirkiyê binçavkirina şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi Donmez re anîn ziman. 72 baroyan xwest berpirsiyar bêne darizandin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo sîstema xwe ya înkar û parçeker bidin pêkanîn di her aliyê de êrîşî parastinê ango Baroyan dike.

Piştî biryara pir baroyan, polîsên AKP’ê êrîşî serokên baroyan dike.

Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez ji ber nasnameya xwe nîşanî polîsan neda, polîsan ew bi zorê binçavkirin.

Piştî çend saetan di bin çavan de ma, serbest berdan.

72 baroyên Tirkiyê binçavkirina Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi Donmez re anîn ziman.

72 baroyan xwest berpirsiyar bêne darizandin.

Baroyan diyar kirin ku li dijî zagon, sinc û rûmeta mirov Donmez binçav kirine û wiha gotin:

“Divê der barê polîsên ku li dijî hiqûqê nasnameya Donmez pirsîne û ew bi zorê binçavkirine lêpirsîn bê destpêkirin.

Baroyan anîn ziman ku der barê wan polîsan de gilî kirine.

Baroyan dazanîn ku ji bo polîs li kolan, mal, cafe û di rêde karibe nasnameyan bipirse divê sedemên zagonî hebin û ev tişt anîn ziman:

“Divê polîs bawer bibin ku bigumane yan na.

Ji derveyî vê yekê polîs divê nasnameya welatiyan nepirse.

Midûrê Polîsan ê Hatayê ji Donmez re dibêjin ‘Ma te nasname nîşan bidaya dê çi bûbûya’.

Daxuyaniya Midûrê Polîsan îbret e.

Li şûna lêborîna xwe bixwaze, piştgiriyê dide polîsê ku dibêje ‘Em dewlet in’ Destûra Bingehîn û qanûnan binpê dike.

Divê der barê polîs de lêpirsîn bê destpêkirin.

Back to top button