Saziyên civaka Êzîdî: Bersiva fermanê xweseriya Şengalê ye

Sazî û rêxistinên civaka Êzîdî ji bo salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek hevpar dan. Sazî û rêxistinên civaka Êzîdî ji NY, Hikûmeta Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistan xwestin ku Xweseriya Şengalê nasbikin.

Sazî û rêxistinên civaka Êzîdî bi boneya 6’emîn salvegera Fermana 73’emîn a Şengalê daxuyaniyek hevpar dan.

Saziyên Civaka Êzîdî fermana Şengalê şermezar kirin û hemû cangoriyên dema qirkirinê bi bîr anîn û gotin:

“Her çendî li ser fermanê re 6 sal bihurî be jî lê hê jî birînên Şengalê nehatine pêçan, aqûbeta bi hezaran jin û zarokên Êzîdî jî ne diyar e.”

Saziyan kefxweşiya xwe ya bi vegera Êzîdiyan li ser axa şengalê wiha anî ziman:

“Ji bo civaka Êzîdî venegere rêgirtina PDK’ê, bombebaranên dewleta Tirk yên li ser Şengalê wê encam negre.

Cihê kefxweşiyê ye tevî hemû êriş û astengiyan jî civaka me ya li kampên başûr dimînin ref bi ref vedigerin ser xaka piroz Şengalê.”

Saziyên civaka Êzîdî: Divê statûya Şengalê were naskirin

Sazî û pêkhateyên Êzîdî bi berdewamî wiha gotin:

Fermana Şengalê her çiqas ji aliyê NY de wek jenosîd hatibe bi lêvkirin jî divê bi awayekî fermî bikeve meriyetê, xweserî û statuya Şengalê were naskirin.

Her wiha di serî de hikûmeta Iraq û ya Başûrê Kurdisatanê ji bo bi Êzîdiyan re li hev werin divê beriya her kesî Statûya Şengalê nas bikin.

‘Divê her ferdekî êzîdî ji bo xweseriya Şengalê bixebite’

Sazî û Rêxistinê Civaka Êzîdî bang li jin, ciwan, rewṣenbir, hunermend û hemû beṣên civaka Êzîdî kirin ku ji her kesî zêdetir ji bo parastin û xweseriya Ṣengalê bixebitin û lê xwedî derkevin.

Sazî û rêxistinên civaka Êzîdî yên ku daxuyaniya hevpar dane wiha ne:

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan-NAV YEK

Siwana Meclisa Jinên Êzidî-SMJÊ

Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê-YÊS

Meclisa Şengalê ya Derveyi Welat-MŞD

Hevgirtina Ciwanên Êzidî-HCÊ

Navenda Çanda Êzidîxan-NÇÊ

Koordinasyona Meclisên Gundên Êzidiyên Bakur-KMGÊB

Back to top button