Trump biryara girtina bernameya Tîk Tok da

Serokê DYA Donald Trump ragihand ku ewê bernameya Tîk Tok ya vîdeoyên kin ku navenda wê Çîne bidin qedexekirin.

Trump diyar kir ku ev biryar wê bi biryarnameyekê îro bêxin fermiyetê.

Trump ev yek doh di dema daxuyaniya çapemeniyê ya bi rojnamevanan re ragihand.

DYA goman dike ku Tîk Tok ji bo wergirtina agahiyên derbarê bikarhêneran de agahiyan kom dike.

Şirketa ByteDance ya Çînê ku xwediyê vê bernameyê ye, îdiayên ku ew agahiyên kesî bi hikumeta welêt re parve dikin red kir.

Li DYA nêzî 80 milyon karhênerên Tîk Tok heye.

Çavdêr jî ev pêngava Waşîngton weke zexta DYA ya pêkanînên aborî li ser Çînê diyar dikin.

Back to top button