Akar: Em ê di cih û demê guncaw de Îmaratê ceza bikin

Nakokiyên di navbera dewleta Tirk a dagirker û Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereb ango Îmaratê de mezin dibe. Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Enwer Qergaş Tirkiye bi xeyalên mêtingeriyê tawanbar kir û diyar kir divê Tirkiye destê xwe neke nava karên navxwe yên Ereban.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar di hevdîtineke wî bi kenala El-Cezîra ya Qeterî re bi zimaneke dûj dev avêt Îmaratê ku li dijî berjewendiyên wê di herêmê de dixebite.

Hulusi Akar idîa kir ku Îmarat ji hin aliyên din re dixebete çi ji aliyê siyasî be yan leşkerî be.

Akar got:

“Îmarat li Sûriye û Lîbayê li dijî berjewendiyên me kiryarên dijber kirine û em ê di cih û demê guncaw de wê ceza bikin.”

Derbarê mijarê Lîbî de jî, Akar anî ziman ku ew hin caran dengê daxuyaniyên Misirê dikin, û hin ji van daxuyaniyan jî wan bi hêrs dike.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar bang li Misir, Îmarat, Sûidiyê, Rûsya û Fransayê jî kir ku piştgirya didin Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê rawestînin.

Qirqaş: Xeyalên mêtingeriyê di vê demê de ne pêkan in

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îmaratê Enwer Qirqaş bi zimanekê tund bersiv da gotinên Hulusi Akar.

Enwer Qirqaş li ser malpera xwe ya tiwîterê wiha got:

“Gotinên dawî yên Hulusi Akar careke din binketina diplomasiya welatê wî nîşan dide.

Divê Akar bizane ku mentiqa Elbabulalî û fermanên wê cihê wê di arşîfa dîrokê de maye.”

Qirqaş destnîşan kir ku têkiliyên navbera dewletan de ne, ne bi gefên dijber tên birêvebirin û got:

“Divê Tirkiyê dev ji destwerdanên di karûbarê welatên Ereban de berde û bizane ku xeyalên mêtingeriyê di vê demê de ne pêkan in.”

Parlamenterekî îmaratê: gefên akar, wê difna wî derbas neke

Parlamenterê Îmaratî Terar Belhûl El-Felasî jî li gefên Tirkiyê ji Îmaratê re got:

“Gefên Hulusi Akar ji bo Îmaratê, wê difna wî derbas neke.”

Back to top button