Li herêmên hikûmeta Şamê 23 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên hikûmeta Şamê, pêketina 23 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê, pêketina 23 kesên din bi Coronayê ragihand.

Her wiha başbûna 9 kesên din ji vîrûsê hat ragihandin.

Bi van daneyên dawî re jî, li herêmên hikûmeta Şamê heya niha 780 kes bi Coronayê ketine, ji wan 246 baş bûne û 43 mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê li ser lezbûna belavbûna vîrûsê jî hişyarî da û banga girtina tedbîran li gel kiribû.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku cezayên aborî yên li ser welat bandoreke neyînî li ser saziyên tenduristiyê kiriye.

Kesên ku li herêmên hikûmeta Şamê bi vîrûsê ketine li ser 10 parêzgehan belav dibin û piraniya wan jî li Şam û gundewarê wê ne.

Back to top button