Li navçeya Eyn Îsayê, ji ber teqîna bermahiyên dagirkeirya Tirk 3 zarok birîndar bûn.
Îro derdora saet 18:20’an bermahiyên hawneke artêşa Tirk û çeteyên wê derdora navçeya Eyn Îsayê teqiya.
Di encamê de teqînê 3 zarok ku li cihê bûyerê bûn, birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, yek ji hersê zarokên birîndar rewşa wî giran e.
Navên zarokên ku birîndar bûne wiha ye:
Husam Elî yê 12 salî, Mihdî Elî yê 10 salî û Mihemed Elî yê 11 salî.