Li Efrînê ji ber gefa revandinê, jineke 23 salî li navenda bajêr xwe kuşt

Li Efrîna dagirkirî, jineke ciwan ji ber gefa revandinê ji aliyê artêşa Tirk ve, xwe kuşt. Her wiha çeteyan şêniyekî ku hatibû revandin, li beramberî 6 hezar dolarî berdan. Li aliyekî din jî, hîna çete pîrozbûna deverên olî binpê dikin û kelûpelên mizgefta li gundê Hêkiçê yê Şiyê dizîn.

Li Efrîna dagirkirî, zext û gefên revandinê jî dibin sedema xwekuştinê..

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku jina bi navê Fatme ya 23 salî li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajêr, ji ber gefa revandinê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, xwe kuşt.

Çeteyan 6 hezar dolar ji şêniyekî standin

Heman rêxistinê jî eşkere kir ku çeteyan şêniyê bi navê ‘Şêro Elî’ ê ji Kefer Cenê ye û li taxa Eşrefiyê ya navenda bajêr dima, revand.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk beriya vê bi 3 rojan jî, şêniyê bi navê ‘Ciwan Elî’ ji dikana wî ya li navenda bajêr revand.

Çavdêriyê da zanîn ku çeteyan, Ciwan li jêr tawanên nerast revandin û jê 6 hezar dolar weke fidye birin.

Her wiha rêxistina Sûriyên ji bo Heqîqet û Edaletê jî, meha Hezîranê, di nav de 2 jin, revandina 40 kesî li Efrînê belge kir.

Rêxistinê da zanîn ku ji wan kesan tenê 20 sivîl hatine berdan, lê heta niha çarenûsa herdu jin û 18 kesên din nediyar e.

Çeteyan kelûpelên Mizgefta gundê Hêkiçê dizîn

Li aliyekî din, dewleta Tirk û çeteyên xwe dizî û talana herêmê bêserûber didomînin.

Malpera Afrîn Post, diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk, beriya Cejna Qurbanê Mizgefta li gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê talan kir.

Malperê da zanîn ku çeteyan kelûpelên li mizgeftê bi temamî dizîn.

Li heman gundî jî, çeteyan cihê xwedîkirina mirîşkan ê şêniyê bi navê ‘Eşref Mehmûd’ desteser kir.

Back to top button