Li Girê Spî ya dagirkirî, ciwanek li jêr êşkenceya çeteyên Tirkiyê hat kuştin

Li Girê Spî ya dagirkirî, ciwanek li jêr êşkenceya çeteyên dewleta Tirk hat kuştin.

Çeteyan, ciwanê bi navê Faris El-Keraf El-Hemîdî ji gundê Hiwêca yê Girê Spî bi tawana ku bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye, girtibû.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku çeteyan li bermberî berdana Faris, gelek pere ji malbata wî xwestibûn, lê di dawiyê de ew bi êşkenceyê kuştin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî jî Faris kesê 103an e ku di girtîgehên çeteyan de ji ber êşkenceyê tê kuştin.

Li gorî çavkaniyan, malbata Faris ji kuştina kurê xwe piştrast bûye..

Berî du rojan jî, çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Eayo yê Girê Spî de girt û 3 kes revandin.

Back to top button