Dewleta Tirk 40 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk a dagirker şandina çekan bo Idlibê didomîne û duh 40 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Tirk 40 maşîneyên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Bi vê yekê, dewleta Tirk ji destpêk agirbest Putin-Erdogan ve, 8 hezar û 420 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirine.

Ev maşîne, ji panzêr û gelek cureyên çekan û alavên lojstîk pêk tên.

Her wiha heya niha 11 hezar û 500 leşker jî derbasî Idlib û gundewarê Helebê bûne.

Back to top button