Hefter: Gelê Lîbya dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nake

Di demekê de ku dewleta Tirk destekdayîna hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî dewam dike û rojane çek û çeteyan jê re dişîne, Fermandariya Giştî yê Artêşa Lîbî ragihand ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û qebûl nakin welatê wan were dagirkirin.

Fermandarê giştî yê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ragihand ku ew ê li dijî destwerdana dewleta Tirk a li karûbarên Lîbyayê bisekinin.

Hefter, di dema serdana yekîneyên artêşê de got:

”Tirk, 300 salî li Lîbyayê man û gelê Lîbyayê ti carî xêr ji wan nedît.

Gelê Lîbyayê wê hemû dagirkeran ji xaka xwe derxe û em qebûl nakin ku careke din welatê me were dagirkirin.”

Çavdêriya Sûrî: Tirkiyê nêzî 17 hezar çete şandine Lîbyayê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand, ku ji destpêka destwerdana Tirkiyê ya li Lîbya û heta niha, di nav de 350 zarokên kêmî 18 salan, nêzî 17 hezar çete gihîştine Lîbyayê.

Çavdêriyê her wiha destnîşan kir ku Tirkiye gelek çeteyan tîne baregehên xwe yên leşkerî û wan li wan baregehan perwerde dike.

Duh jî, artêşa niştimanî, hişyarî dabû keştî û firokeyên biyanî yên ku berê xwe didin Lîbyayê, ku eger ew artêşê agahdar nekin, wê werin armanckirin.

Fas û Îtalya, banga rawestandina destwerdanên derve li Lîbyayê kir

Girêdayî heman mijarê, wezîrê derve yê Îtalya Luigi Di Maio Luwîcî Dî Mayo bi hempîşeyê xwe yê Fasa Mexribê Nasir Bûrîta re, bi rêya telefonê, rewşa herêmê bi giştî û ya Lîbya bi taybetî, nîqaş kir.

Her du aliyan banga rawestandina destwerdanên derve li karûbarên Lîbyayê kir û teqezî li ser çareseriya aştiyane kir.

Back to top button