Bêhtirî 10 hezar xwepêşander li dijî Netanyahu daketin kolanan

Duh li Israîlê, bêhtirî 10 hezar xwepêşander daketin kolanan û banga istîfaya serowezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu kir.

Xwepêşandanên duh li Quds a rojava, Til Ebîb, Qîsariya û li gelek bajarên din hatin lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve, rojnameya Jerusalem Post ragihand, ku di xwepêşandanên duh de, nêzî 30 hezar kes li 300 cihên cuda, tevlî xwepêşandanan bûn.

Ev yek li ser daxwaza tevgera ‘Ragihandina Reş’ hatin lidarxistin û xwepêşanderan, Netanyahu bi gendeliyê tawanbar kir û banga istîfaya wî kir.

Di heman çarçoveyê de, li ser daxwaza Netenyahu, 220 dolarên Amerîkî li ser her welatiyekî Israîlê tê belavkirin.

Ev gav, ji ber bandora neyînî ya vîrûsa coronayê hat, lê xwepêşanderên Israîlî dibînin ku Netanyahu bi vê yekê, dixwaze wan bêdeng bike.

Back to top button