Li gorî daneyên malpera Worldometer, îro jimara nexweşên vîrûsa coronayê li cîhanê 18 milyon û 23 hezar kes derbas kir.
Li gorî daneyên malperê, 689 hezar kes mirine û 11 milyon û 300 hezar jî baş bûne.
Her wiha rêjeya miriyan ji sedî 6 û rewşa 65 hezar kesî jî li seranserî cîhanê xeter e.
Duh jimara nexweşan, 247 hezar kes derbas kiribû û 5 hezar û 931 kes jî miribûn.
Li Amerîkayê nexweşî di asta herî jor de ye û hejmara nexweşan 4,7 milyon e.
Piştre Brezîlya 2,7 milyon, Hindistan 1,7 milyon, Rûsya 845 hezar û başûrê Afrîkayê jî 503 hezar in.