Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê bi boneya 6. fermana 3 Tebaxê ya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê heta dawî li pişta civaka xwe ya Êzidî bin.
TEV-DEM’ê got:
“Tiştê çeteyan li Şengalê pêk anîne, deqekî reş li ser eniya tevahî mirovahiyê ye.
Tiştê çeteyên DAIŞ’ê nikaribûn li Şengalê pêk bînin jî, îro Erdogan bi balafirên şer û komen çete dixwaze vê xetê temam bike.
Armanckirina jin û zarokan, sûcên mirovahiyê ne û nabe hêzên navdewletî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bêdeng bimînin.”
TEV-DEM’ê di dawiyê de sersaxî ji civaka Êzidî, taybet jî ji malbatên qurbanên fermanê re xwest û teqez kir ku heta dawî ew ê li pişta civaka xwe ya Êzidî bin.