
Piştî derketina hin rewşên vîrûsa coronayê li nexwşxaneya Wetenî ya li bajarê Hesekê, niha nexweşxane tê pakirin û paqijkirin.
Nûçegihanê me ji Hesekê diyar kir ku Nexweşxaneya Wetenî ya bajêr, piştî derketina hin rewşan, niha tê pakirin û paqijkirin û sibe wê bikeve xizmeta şêniyan.
Nûçegihanê me her wiha destnîşan kir ku 25 kesên ku bi her 6 nexweşên coronayê re danûstandin kirine, niha li malê li jêr çavdêriyê ne.