LI EFRÎNÊ TEQÎN ÇETEYEK HAT KUŞTIN Û 1 JÎ BIRÎNDAR BÛ

Li Efrînê 2 teqîn rû dan yek li ser rêya gundê Basofanê yê navçeya Şerewa û ya din jî li taxa 16’an a li navenda navçeya Cindirêsê.

Malpera Çavdêriya Efrînê ragihand ku erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya gundê Basofanê yê navçeya Şerewa hat teqandin.

Di encama teqînê de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Her wiha Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku teqînk li taxa 16’an a li navenda navçeya Cindirêsê jî rû da.

Li gorî agahiyan teqîn li nêzî navendeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker çêbû.

Heta niha jî hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zanîn.

Leave a Reply

Back to top button