Hêzên hikûmeta Şamê çete li başûrê Idlibê topbaran kirin

Şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk de li başûrê Idlibê gurr dibe.

Hêzên hikûmeta Şamê careke din gund û bajarokên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li aliyê din hikûmeta Şamê hêzên leşkerî yên nû li çeperên Cebel Zawiyê bi cih kirin.

Li başûrê Idlibê her ku diçe şer mezin dibe.

Hêzên Hikûmeta Şamê hewl dide ku herêmên gundewarê Idlibê yê başûr kontrol bike.

Ji ber vê yekê bi domdarî êrîşî çeteyan dike.

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê careke din çete li herêmên Fitêre, Kensefere, Sifûhin, Hilûbî, Filêfil û dorhêla Kefer Uwêd bi mûşekan topbaran kirin.

Girêdayî kuştî û birîndaran ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hêzên hikûmeta Şamê çeperên xwe bi destekên leşkerî yên nû xurt dike

Her wiha hikûmeta Şamê li herêmên Cebel Zawiyê jî çeperên xwe xurt dike.

Herî dawî hêzên leşkerî yên nû ji gundewarê Hemayê anîn.

Li gorî Çavdêriyê hikûmeta Şamê hem leşker nû û hem jî çek û cebilxane li çeperên şer ên Cebel Zawiyê belav kirin.

Dewleta Tirk 40 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Ji aliyê din, dewleta Tirk a dagirker şandina çek û cebilxaneyan ji bo nuqteyên xwe yên çavdêriyê li Idlibê berdewam e.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku dagirkeriya Tirk 40 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê 4 endamên dîfa wetenî li başûrê Dêra Zorê kuştin

Li başûrê Dêra Zorê jî, herêma di bin kontrola hêzên hikûmetê de, şerê çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikûmetê didome.

Çeteyên DAIŞ’ê li berbanga sibê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdora zeviyê Xerrata yê petrolê yê Dêra Zorê, êrîşek pêk anî.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di êrîşa çeteyan de 4 endamên Dîfa’a Wetenî hatin kuştin û jimarek jî birîndar bû.

Çeteyên DAIŞ’ê ji Adara 2019’an ve li çolistana Sûriyê çalak bûye û êrîşên xwe di van demên dawî de zêde kirine.

Ji 24’ê Adara borî û heya niha, 631 leşkerên hikumeta Şamê li Dêra Zorê, Hums û Suweydayê hatine kuştin..

Back to top button