Jimara pêketiyên vîrûsê 18 milyon derbas kir

Cihan di nava bê amadekariyê de bi pandemiya vîrûsa Coronyê ket.

Jimara pêketiyên vîrûsê 18 milyon derbas kir.

Her çiqasî gelek welatan karî heta astekê rê li pêşiya belavbûna vîrûsê bigre jî, lê vîrûs li seranserê cihanê bilez belav dibe.

Vê yekê jî pirsa gelo pêla duyemîn ya vîrûsê li ber derî ye derxist pêş.

Hîna cihan berdêlek giran ya pêla yekem a vîrûsa Corona dide, niha jî qala hatina pêla duyemîn tê kirin.

Vîrûsnas jî nîşaneya nû ya pêla duyemîn a vîrûsê beriya bi heman tespît kiribûn.

Heta tedbîrên danustandina navbera mirovan neyê sînordarkirin, wisan xuyaye ku vîrûsê wê bilez belav bibe.

Di nava hefteyên dawiyê de belavbûna vîrûsê careke din lez bûye.

Li gelek welatan weke beriya niha tedbîrên tund nayên girtin.

Vê yekê jî rê li ber xemsarî û careke din belavbûna vîrûsê vekir.

Almanya, Spanya û Yûnanîstan ji wan welatên despêkê bû ku tedbîr sist kiribûn.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) ev demeke hişyariya wê yekê dide ku vîrûs wê ticarî ji jiyana me dernekeve.

Rêxistin di debrarê rakirina tedbîran de jî hişyariyê dide.

Li gelek welatan cihên xwaringeh û cafeyan hatine vekirin.

Awustralya yek ji van welatan bû ku tedbîr sistkirin.

Vê yekê jî hişt ku careke din vîrûs bi lez belav bû û hikumet careke din tedbîran zêde bike.

Li cihanê welatê herî zêde ji vîrûsê bandor bûye, DYA û Berazîlya ye.

Tevî van li Hindistan û Afrîkaya Başûr jî danyên pêketina vîrûsê bi lez zêde dibe.

Zanyar jî vîrûsa Corona bi Grîpa Spanî ya 1918-1920’an re tînin pêşberî hev.

Li gorî Rêxistina tenduristiyê ya Cihanê, Grîba Spanî bûbû sedema mirina 20 heta 50 milyon kesî.

Li kêleka van hemûyan jî DYA, Rûsya, Çîn û Almanya jî xebatên xwe yên dîtina derziyeke li dijî vîrûsê zêde kirine.

Lê ji ber heta niha li dijî vîrûsê derziyek ne hatiye dîtin, daneyên pêketina vîrûsê roj bi roj zêde dibe.

Heta niha li seranserê cihanê jimara pêketiyên vîrûsê 18 milyon derbas kir û nêzî 700 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha nêzî 11 milyon û 400 hezar kes jî ji vîrûsê baş bûne.

Back to top button