Ji ber gefa revandinê, jineke 23 salî li navenda bajêr xwe kuşt

Li Efrîna dagirkirî, jineke ciwan ji ber gefa revandinê ji aliyê artêşa Tirk ve, xwe kuşt.

Ji bo standina fidyeyan jî çetayan jinek ji navçeya Bilbilê û du sivîl ji navenda Efrînê revandin.

Her weha çeteyên dewleta Tirk wesayîtên Efrîniyan desteser dikin û dişînin Tirkiyê.

Li Efrîna dagirkirî, zext û gefên revandinê jî dibin sedema xwekuştinê..

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku jina bi navê Fatme ya 23 salî li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajêr, ji ber gefa revandinê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, xwe kuşt.

Çeteyan jinek ji Bilbilê û du sivl jî ji nevenda Efrînê revand

31’ê Tîrmehê derbasbûyî jî, Çeteyan jina bi navê Hîdeyet Tahêr Umer ya ji navçeya Bilbilê revand.

Rêxistinê diyar kir ku, piştî Hîdeyet pereyên ku xismên wê jê re şandine ji Ofîsa veguhêstina pereyan wergirt, çeteyan ew revand.

Li gorî rêxistinê, çeteyan pereyên wê jê stendin û piştî du rojan ew hat berdan.

Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê jî, çeteyan şêniyê bi navê ‘Şêro Elî’ yê ji gundê Kefer Cenê yê Şera revand.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk beriya 3 rojan, şêniyê bi navê ‘Ciwan Elî’ ji dikana wî ya li navenda bajêr revand.

Li gorî Çavdêriyê, çeteyan, Ciwan bi tawanên nerast revandin û jê 6 hezar dolar weke fidye standin.

Her wiha rêxistina Sûriyên ji bo Heqîqet û Edaletê jî, meha Hezîranê, di nav de 2 jin, revandina 40 kesî li Efrînê belge kir.

Çeteyan kelûpelên Mizgefta gundê Hêkiçê dizîn

Li aliyê din, dewleta Tirk û çeteyên xwe dizî û talana herêmê bêserûber didomînin.

Malpera Afrîn Post, diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk, beriya Cejna Qurbanê Mizgefta li gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê talan kir.

Malperê da zanîn ku çeteyan kelûpelên li mizgeftê bi temamî dizîn.

Çete wesayîtên Efrîniyan desteser dikin û dişînin Tirkiyê

Di vê çarçoviyê de jî dagirkeriya Tirk ji bo danîna pankartên nû ji erebeyan re, bace li ser xwedî erebeyan bi Lîreyê Tirkî ferz kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku dewleta Trik bi behaneya ku erebe ji Tirkiyê hatin dizîn, gelek erebe desteser kirin.

Rêxistinê da zanîn, ruxmî belgeyên fermî yên erebeyan jî hene, lê dewleta Tirk nêzî 200 erebe desteser kirin û şandin Tirkiyê.

Back to top button