Li Qersê malbatê nexwest leşker beşdarî merasîmê bibin

Bi awayekî eşkere gef lê xwarin û piştre jî kuştin.

Leşkerê bi navê Osman Ozça-limli yê ji Qersê ku leşkertî dikir piştî gefa kuştinê lê hate xwarin, kuştî hate dîtin.

Malbata Ozça-limli jî di merasîmê de bertek nîşanî leşker û fermadarên artêşa tirk a dagirker da û ala dewleta tirk li ser cenaze rakir.

Li Navçeya Alîaga ya Îzmirê leşker Osman Ozçalimli çend roj berê got “Gefan li min dixwin” û piştî gef lê hat xwarin kuştî hat dîtin.

Cenazeyê Osman Ozçalimli li Gundê Naxşîvan ê Navçeya Dîgorê ya Qersê veşartin.

Malbatê cenaze bi zimêran heta goristana gund birin û li goristana gund bi merasimê defin kirin.

Piştî nimêja cenaze kirin, malbatê ala li ser darbestê rakirin û destûr nedan ku esker tev li merasimê bibin.

Malbatê bertek nîşanî rayedarên dewletê dan.

Bav Ehmed Ozçalimli, anî ziman ku kurê wî beriya bê kuştin li wî geriya bû û gotibû ‘Gefan li min dixwin’.

Ozçalimli wiha got:

“Kurê min beriya bê kuştin got ‘Bavo zêde bi ser min de tên.

Kemînan datînin pêş min.’

Ez li Çawîşê Pispor Abdullah geriyam.

Min rewşa kurê xwe got.

Lê wî jî got,

‘Hûn meraq nekin’ bû sibe agahiya kuştina kurê min dan min.”

Sedemê mirinê jî weke krîza dil nîşan dan.

Ev ne cara yekê ye, beriya niha jî gelek ciwanên kurd yên ku bi neçarî dibin leşkeriyê û hatin kuştin.

Back to top button