KCK’Ê: GELÊ KURD LI DIJÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ WÊ TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera yekemîn a dagirikirina Efrînê daxuyaniyek da.

Hevserokatiyê ragihand ku gelê Kurd wê ti carî rewşa Efrînê ya heyî nepejirîne û li dijî dagirkeran têkoşînê geş bike.

20’ê Çileyê sala 2018’an bi fermana serok-komarê Tirk Erdogan, li dijî bajarê Efrînê tevgera dagirkeriyê destpêkir..

Bi deh hezaran eskerên Tirk û çeteyên wan li gel teknîka herî giran a şer êrişî Efrînê kirin..

Bi rasthatina salvegera yekemîn a dagirkeriyê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê bi bîr xist ku armanca sereke a dewleta dagirker hilweşandina pergala demokratîk bû û wiha dewam kir:

Li dijî vê dewleta dagirker û qirker, lehengiya xelkê Efrînê di asteke fedaî de bû. Bêtirî hezar keç û xortên Kurd di berdêla parastina Efrînê de canê xwe feda kirin. Gelê Kurd wê ti carî dagirkeriyê nepejirîne û Efrînê rizgar bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber îşaret pê kir demografiya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve tê guhertin û wiha got:

Ji sedî 95 şêniyên Efrînê Kurd in. Lê piştî dagirkeriyê ev rêje daket ji sedî 15 heta 20’an. Ev guhertina demografîk di encama zordariya dewleta Tirk de pêk hat. Dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê sûcê qirkirinê pêk tîne.

Tevî vê hovîtiyê jî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, Emerîka û Rûsya li hemberî qirkirina xelkê Efrînê bê deng man.

Ji xwe Rûsya bi vekirina qada hewayî, bû hevkarê vî sûcî. Ji bo ku çeteyên li Gutayê û derdora wê derkevin, bazara Efrînê bi Tirkiyê re kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê gefên Erdogan ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi bîr xist û wiha got:

Dixwazin mînaka Efrînê li van herêma jî dubare bikin. Hewl didin êrişê bibin ser pergala demokratîk a li Minbicê û Bakurê Sûrî. Bi vê yekê dixwaze bi temamî dawî li hebûna Kurdan bîne.

Divê baş were zanîn heta ku faşîzma AKP-MHP’ê neyê têkbirin, ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrsî pêk were.

Ji bo vê jî Kurd îro li ser navê hemû morovahiyê şerê faşîzmê dikin.

Berxwedana Efrînê berxwedana rûmet û namûsê ya hemû Kurdan e. Ew beşek ji buhişta Kurdistanê ye.

Heta ku Efrîn ji dagirkirinê neyê rizgarkirin Kurd li ti deverê nikarin bi rehetî rûnin û razin. Rizgarkirina Efrînê ne tenê berpirsyariya Efrîniyan û Rojava ye, berpirsyariya hemû Kurdan e. Hemû Kurd ji bo rizgariya Efrînê çi dikeve ser milê wan divê bikin.

Tevgerên siyasî yê Bakur, Başûr û Rojhilat teqez divê ji bo rizgariya Efrînê xwe bixin bin bar.

Bêguman divê tenê xeyalek, armancek jiyanê ya ciwanên Efrînê hebe;

Ji bo rizgarkirina Efrînê geşkirina berxwedanê.

Leave a Reply

Back to top button