Berhem Salih: Ên bûn sedema komkujiyên li Şengalê wê werin cezakirin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih komkujiya Şengalê wek jenosîda mirovahiyê bi nav kir û got: “Iraq dixwaze bi rêya proje-yasayekê kesên ku bûn sedema komkujiya Şengal, ceza bike.

Berhem Salih pêşengiya Kongreya Şeşemîn a Salvegera Komkujiya Şengalê ku bi awayek online tê birêvebirin dike û heta amadekirina vê nûçeyê jî kongre berdewam dikir.

Berhem Salih diyar kir ku ji 6 hezar kesên wenda heta niha çarenûsa 2 hezar û 500 kesan nediyar e û divê ji bo dîtina van kesan hewildan werin kirin.

Her wiha daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kir ku bi erêkirina yasaya ku reşnivîsa wê hatiye amadekirin, mafên kesên ji destên DAIŞ’ê rizgar bûne werin dayîn.

Berhem Salih da zanîn wê lêpirsîn di derbarê kesên ku bûn sedem Şengal bikeve destê DAIŞ’ê de were kirin.

Têkildarî gorên komî jî Berhem Salih got: “Nêzî 80 gorên komî yên Êzidiyan hene ku hîna nehatine vekirin.” û da zanîn ev gor wek belgeyên tawanên DAIŞ’ê tên hesibandin.

Back to top button