Li Hesekê 5 kesên din bi Coronayê ketin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê D. Ciwan Mistefa ragihand ku 5 kesên din bi vîrûsa Corona ketin û her 5 jî li Hesekê ne. 

Ciwan Mistefa diyar kir ku ji bilî kesên berî niha bi vîrûsê ketibûn, 5 kesên din pê ketin.

Her wiha ragihand ku ev kesên pêketî jinek û 4 mêr in û hemû jî li Hesekê ne.

Ciwan Mistefa tekez kir ku niha ev kesên pêketî hemû di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Bi vê jimara nû re jî, bîlançoya pêketiyên vîrûsê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dibe û digihêje 30 kesî.

Back to top button