Dewleta Tirk a dagirker gundê Kanîmasî bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Kanîmasiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Êrîşa asmanî duh di saet 11’ê şevê de, li derdora gundê Mîsk ê navçeya Kanîmasiyê ya bajarê Dihokê pêk hat.

Piştî vê êrîşê, şewat li herêmê derket.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker pêr jî li herêma Bagêr ya navçeya Amêdiyê, erebeyeke sivîlan kiribû armanc.

Back to top button