Salvegera 6. a Fermana 3’yê Tebaxê

Eger welat bi revê hatibana avakirin, me şehîd li ser axa welatê xwe nedidîtin. Weke îro berî 6 salan, fermaneke din bi ser civaka Êzidî de hat. Rihdirêjên DAIŞ’ê xwestin wan tune bikin û koka wan biqelînin. Ev niyet di dilê êrîşkar û revokan de bû. Şengal bê parastin ma, lê xemxwarên Kurdistanê ew bi hêz vegerandin nava çavê noker û dijminan.. Em behsa Fermana 73’an a li ser Şengalê dikin…

Berbangeke reştarî…

Çerxa feleka bêbext, careke din zivirî.

Ji ber Şengal, resenî, ol, çand, bîr û baweriyên Kurdan parastiye, 73 caran ferman bi serê wê de hatine.

Fermanên herî hovane jî, bi destên Tirkên Osmanî pêk hatine.

Tê gotin, 1 Hezîrana 2014’an civînek navbera Amerîka, Îsraîl, Siûdiye, Tirkiye û PDK’ê li paytexta Urdun Emanê pêk hat û di wê civînê de êrîşa li ser Mûsilê hat plankirin.

10 Hezîranê, DAIŞ’ê êrîş bir ser Mûsilê û ew dagir kir..

Paşê berê dagirkirinê da Şengalê û berbanga 3 Tebaxa 2014’an weke îro, hovên DAIŞ’ê li zengilê êrîşê da û hawan bi ser gundê Girzerkê de barandin.

Piştre Sîba Şêx Xidir, Rambûsî, Tel Qesab, Koço û Tel Binadê top û bombe kirin.

Sibeha heman rojê, Şengal ket bin kontrola DAIŞ’ê.

Çiyayên ku sivîlan xwe lê girtibû jî, hatin dorpêçkirin.

Li milekî hawar û qîrîn bû, li milekî din parastin û revîn bû.

18 hezar Pêşmergeyên PDK’ê, bi behaneya ku biryara vekişînê ji jor hatiye, Êzidiyên bêçek bêyî wan agahdar bikin, di nava neperûşkên mirinê de hiştin û revîn.

Tenê 12 gerîlayên ku li wir bûn, bi gaziya civaka Êzidî ve bezîn.

Pêşmergeyên PDK’ê yên revok, ji revînê zêdetir 3 gerîla jî girtin.

Tenê 9 gerîlayan! Tevî top û hawanan, bi hezaran sivîl ji qirkirinê xelas kirin.

Piştre 2 tabûrên din ên gerîla xwe gihand Şengalê û dest bi parastinê kir.

Ne tenê Şengal, gerîla li Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê jî çeper girtin, da ku Başûr jî ji dest neçe.

YPG û YPJ’ê jî koorîdoreke mirovî vekir û bi hezaran Êzidî veguhastin Rojavayê Kurdistanê.

Di operasyona rizgarkirina sivîlan de, bêtirî 150 şervan tev li karwanê pakrewanan bûn.

Encamên Fermana 73’yan:

360,000 kes koçber bûn.

1293 sivîl di rojên pêşîn de şehîd bûn.

2745 zarok sêwî man.

81 komgor hatin vedîtin.

68 perestgeh hatin teqandin.

Di nav de 3548 jin, 6417 kes hatin revandin.

(Ji wan 1199 jin, 339 zilam û 1992 zarok)

3530 kes hatin rizgarkirin.

144 jin û 233 zarok radestî Meclisa Şengalê hatin kirin.

Hîna çarenûna 2887 kesan jî nediyar e.

Piştî fermana malikwêran, Êzidiyan avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê ragihand û bi gerîlayan re dest bi şerê rizgarkirinê kir.

Piştî berxwedaneke bêhempa, Şengal 13 Mijdara 2015’an ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Tevî hemû Fermanan, civaka Êzidî radest nebûn.

Ji nû ve jiyan vegerandin Şengalê û dest bi avakirina hêz û xweseriya xwe kirin.

Bi hezaran Êzidiyên ku ji ber Fermanê koçber bûbûn, vegeriyan cih û warê xwe.

Pêla vegerê, hêj dewam e.

Hewldanên dagirkirina Şengalê ranewestiyane. Hêj bi metirsiya komkujiyan re rû bi rû ye.

Dewleta Tirk piştî vê Fermanê, çend caran êrîşên hewayî pêk anîne. Bi her awayî hewl daye ku YBŞ û YJŞ’ê têk bibe.

Lê Şengal di bin kontrola van hêzên xemxwar de bi ser xwe ve hatiye û li ber xwe dide..

Back to top button