Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê qurbanên Fermana Şengalê bi bîr anîn

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê jî ev ferman şermezar kir û got tiştê çeteyên DAIŞ’ê pêk anî, artêşa Tirk li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê (PADK) daxuyaniyek da û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞê sûcên herî qirêj ji kuştinên meydanî yên komî û revandina jinan li Şengalê pêk anîn.

PADK got:

Tiştê DAIŞ’ê li dijî Êzidîyên Şengalê pêk anî, niha dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê didomînin.

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û tekez kir ku vîna azad wê bi ser bikeve.

Back to top button