
Doh li Minbicê di encama êrişa xwekuji de 9 mirovên sivîl şehîd bûn.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê nasnameya şehîdan eşkere kir.
Doh danê nîvro li navenda Minbicê êrişeke xwekuj pêk hat.
Di encamê de 9 sivîlên li derdorê şehîd bûn.
Her wiha 2 esker û 2 endamên baregeha Emerîkayê jî jiyana xwe ji dest dan..
Ajansa Hawarê nasnameya şerhîdên sivîl bidest xist..
Li gorî vê navê kesên di êrişê de şehîd bûne wiha ye:
Yasir Ehmed El-Xelef,
Fadiya Ebûd û keça wê Seher Milhim,
Mihemed El-Ehmed,
Hesen Henkorî,
Yasir Xewlî Eqasî,
Red El-Kurdî,
Hemze Şiya,
Û Weyso Faris..
Li aliyê din hat zanîn ku 2 cenazeyên nasnameyên wan nehatin diyarkirin, li Nexweşxaneya El-Firatê ne.