Rêveberiya Sotemeniyê ya herêma Firatê: Em ê di nava 20 rojan benzînê beyda bikin

Ji ber gazinên kêmbûna sotemeniyê li Kobanê bi tayebt benzîn, Rêveberiya Sotemeniyê ya herêma Firatê soz da ku ew ê di nava çend rojên bê de aloziyê çareser bikin..

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Sotemeniyê ya Herêma Firatê Salih Remedan diyar kir ku sedema kêmbûna mazotê ji ber belavkirina mazota sobeyan e.

Salih Remedan destnîşan kir ku ew vê mijarê lêkolîn dikin û soz da şêniyan ku ew ê benzînê bi radeya baş di nava 20 rojan de peyda bikin.

Back to top button