Artêşa Îranê herêma Biradost û navçeya Çomanê topbaran kir

Artêşa Îranê herêma Biradost û navçeya Çomanê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

Ne tenê dewleta Tirk a dagirker, Artêşa îranê jî axa Başûrê Kurdistnê topbaran dike.

Balafirek bê mirov ya ku tê îdiakirin ya Îranê bû, gundê Dêgeî ya ser bi bajarokê navçeya Çomanê a bi ser Hewlêrê, bombebaran kir.

Li gor agahiyên ku li herêmê hatine bi destxistin balafirên bê mirov baregehên hizba demokratîk ya Îranê kiriye armanc.

Cara yekeme ku gundê Dêge tê bombebaran kirin. Niştecihên gund ji ber êrişê bi fikarin.

Her wiha hate ragihandin ku îro di saetên nîvro de artêşa îranê herêma Berbizina a ku dikeve ser li Biradostê jî topbaran kiriye.

Di encama herdu êrîşan de li herêmên navborî şewat derket.

Der barê ziyanên canî de heta niha ti agahî nehatine bidest xistin.

Back to top button