Efrîn..Li navçeya Şera jina 23 a Êzidiyan hat kuştin

Li Efrîna dagirkirî, jineke Êzidî ya 23 li navçeya Şera kuştî hat dîtin. Rêxistina Mafê Mirova a Efrînê jî ragihand ku ji destpêka dagirkirina Efrînê çeteyên dewleta Tirk 4 kes kuştin û 36 kesên Êzidî revandin. Her weha hemû cihên wan yên olî wêran kirin.

Kiryarên dewleta Tirk ê çeteyên wê li dijî Efrîniyên resen didomin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku beriya hefteyekê, jina Êzîdî ya bi navê Nêrgiz Dewd 23 ji gundê Kîmarê hat kuştin.

Rêxistinê da zanîn, Nêrgiz li gundê Gemrokê yê navçeya Şera kuştî hat dîtin.,

Her weha 3 milyon Lîreyê Sûrî jê hatiye dizîn.

Her weha çeteyan beriya Cejna Qurbanê gorên li goristana gundê Şêxorzê yê Bilbilê talan û wêran kirin.

Li dijî Êzidiyên Efrînê dewleta Trik kirayrên DAIŞ’ê dubere dike

Li aliyek din, Rêxistinê di raportekê de diyar kir dewleta Trik û çeteyên wê, heman kiryarên ku DAIŞ’ê li dijî Êzdiyên Şengalê pêk danîn, wan jî li dijî Êzidiyên Efrînê duber kirin.

Rêxistinê eşker kir ku ji destêka dagirkirina Efrînê, şêniyên Êzdî dan kocberkirin û yên mane hewil dan bi dar zorê bikin misilman.

Li gorî rêxistinê jî, du jin, 4 kes ji ber ku Êzîdî ne hatin kuştin, ji wan şêniyê bi navê Umer Memo Şemo yê ji gundê Qîbarê ye.

Şemo ji ber derbasî ola islamê nebû, çeteyan ew kuşt.

Her weha 36 kesên Êzidî hatin revandin û piraniyên wan hatin êşkenca kirin.

Rêxistinê da zanîn jî, ku dewleta Tirk gelek ziyaret û cihên olî yê Êzidiyan wêran û talan kirin.

Herî dawî çeteyan ziyareta Êzidiyan a bi navê Şêxmûs a li gundê Meydana yê navçeya Raco şewitand.

Back to top button