
Meclisa Minbicê ya Leşkerî têkildarî teqîna li bajêr pêk hatî daxuyaniyek da û sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û soza paratina gel nû kir.
Meclisa leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de wiha tîne ziman:
Em sersaxî ji malbatên şehîdên Emerîkî yên ku di koalîsyona navdewletî de bi me re şer kirin dixwzin û em ti car fedekariya wan ji bîr nakin.
Her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sivîlên ku di teqînê de şehîd bûn dixwazin,.
Di nava kesên ku şehîd bibûn zarok û jin hebûn ev jî hişmendiya kesên ku ev teqîn pêk anî diyar dike.
Armanca teqînê tenê ewlehiya li herêmê xirabkirin e.
MECLISA MINBICÊ YA LEŞKERÎ:
EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN
Em weke meclisa Leşekrî ya Minbicê teqîna ku pêk hatî şermrezar dikin û em soz didin ku em bi erka xwe ya exlaqî rabin û em ê parastina gelê xwe bikin.
Her wiha em hevakriya xwe bi hêzên Koalîsyonê re zêde bikin, da ku ewlehiya herêmê misoger bibe.