Mala Êzidiyan: Li dora rêveberiya xwe ya xweser bicivin

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê, Mala Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî yên Heleb û Şehbayê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê bi armanca salvegera Fermana 73’yan bi daxuyaniyên cûda bang li civaka êzidî kirin ku ji bo parastina xak, dîrok û mîrateya xwe hevgirtî bin.

Îro salvegera 6’an a êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Şengalê a 2014’an ye.

Têkildarî mijarê, Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê daxuyaniyek li gundê Berzan ê girêdayî Hesekê da û ev tişt got:

Hedefa êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an têkbirina gel û îmhakirina wê bû.

Vê roja reş şermezar dikin û bang li gelê me yê Şengalê dikin ku di parastina çiya, deşt, dîrok û mîrasa kevnare de hevgirtî bin.

“Tevahî ferman bi destê dewleta Osmanî pêk hatin”

Mala Êzidiyan a Helebê jî bi heman armancê bi beşdariya malbatên êzidî û nûnerên TEV-DEM’ê li pêş navendê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

Bi armanca qirkirina êzidiyan ku nûnertiya dîroka gelên herêmê dike, ne komkujiya yekemîn ku civaka êzidî tê re derbas dibe. Tevahî ferman bi destê dewleta Osmanî bûn.

Ev fermana dawîn bi destê DAIŞ’ê û bi piştevaniya Osmaniyên Nû bû ku hewl dide hebûna gelên resen ji herêmê qir bike û guhartina demografî çêke.

Komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an pêk hatî, hê jî heta niha li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên dîtir ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, berdewam e.

Ji bo wê bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku van sûcên dijî mirovahiyê bisekinînin.

Yekitiya Jinên Êzidî jî daxuyaniya şermezarkirina komkujiyê li pêş Hola Serdemê da û got:

Piştî PDK’ê Şengal firot, êriş li ser Şengalê çêbû.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê bi awayekî eşkere Erdogan derket û tişa ku DAIŞ’ê nikarî, kir.

Vî dîktatoriyê siyaseteke qirêj li ser xaka zeytûnê Efrînê pêk anî.

Em bang li rêxistinan dikin ku bi erkên xwe rabin û dîktaroran lêpirsîn bikin.

“Deng li hember qîrîna zarokên Şengalê bilind nabe”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî pêk anîne, şermezar kirin û got:

Di komkujiyê de her kesî çav girtin û guh nedan qêrînên dayikan.

Hîna jî sûc li pêş çavên cîhanê pêk tên, mirovahî tê qirkirin. Tu deng bilind nabe.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî dikin destwerdanê bikin û van komkujiyan rawestînin.

Back to top button