Hêzên Tirk yên dagirker û hêzên hikûmeta Şamê êrîşî hev kirin

Hêzên dagirkeriya Tirk hêzên hikûmeta Şamê li bajarokê Seraqibê li gundewarê Idlibê topbaran kir. Hêzên hikûmetê jî, çete li gundewarê Idlibê yê başûr careke din topbaran kirin. Li rojhilatê Dêrazorê balafirên nenas hêzên Îranî û milîsên wê bombebaran kirin.

Şerê li Idlibê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirkî her ku diçe gur û berfirehtir dibe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî bi danê sibê hêzên hikûmeta Şamê li bajharokê Seraqibê topbaran kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gundewarê Idlibê yê başûr jî, hêzên hikûmetê careke din çete li Kensefer, Filêfil, Sifûhin û Fitêre topbaran kirin.

Dîsa li berbanga sibê balafirên Rûsî çete li bajarê Binşê û li dorhêla wê bombebaran kirin.

Di encama bombebaran ê de 3 kes ji heman malbatê hatin kuştin û yekî jî birîndar bû.

Balafirên nenas êrîşî hêzên Îranî kirin, kuştî û birîndar hene

Li başûrê Sûriyê jî, li ser sînorê Sûriyê-Iraqê balafirên nenas êrîşî navend û hêzên Îranî kirin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku vê sibehê balafirên nenas hêz û milîsên Îranê li baregeha Îmam Elî û çolistana Bûkemalê li gundewarê Dêrazorê tê rojhilat bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de kuştî û birîndar çêbûn lê zêde navend û depoyên çek û cebilxaneyan hatin wêrankirin.

Back to top button