Îro li Şengalê 5 deqeyan jiyan sekinî

Belê di rojeke weke îro ya beriya 6 salan de, bi sedan Êzidî hatin qetil kirin û hezaran jî hatin revandin.
Ji bo bîranîna şehîd û qurbaniyên fermanê îro li Şengalê ji bo 5 deqeyan jiyan sekinî.

Di salvegera 6’an a Fermana 73’an de îro saet di 10:00 de li her devera Şengalê ji bo 5 deqeyan jiyan sekinî şehîd û qurbaniyên fermanê hatin bîranîn.

Piştî bîranînê Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Elyas axivî, ev roj weke rojeke reş pênasekir û wiha got:

“Fermana ku bi serê me hat bêbextiyeke pir mezin bû.

Kesên ku digotin em ê Şengalê biparêzîn, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê ket Şengalê çekên xwe kom kirin û bi deh hezaran mirovên me xistin nav destên çeteyên DAÎŞ’ê û reviyan.

Em vê rojê ti carî bîrnakin.

Divê ev kesên berpirsiyar werin darizandin.”

Elyas diyar kir ku ger ne ji gerîlayên azadiyê bûya wê hemû êzîdî bihatana kuştin.

Ji bo wê jî em wek civaka êzîdî deyndarên şervanên Rêber Apo ne.

Li Şengalê li ser gorên komî mum hate pêxistin

Duh êvarê jî bi boneya 6. Salvegera feramana ser Êzidiyan, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan-PADÊ, Saziya Malbatên Şehîdan û Saziya Ziman û perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê û dehan kesî serdana gorên komî kirin û şehîdên fermanê bi bîr anîn.

Welatî û saziyên Şengalê li ser gorên komî mum vêxistin.

Endamên PADÊ di bîranînê de axivîn û diyar kirin ku ewê bi hêzaxwe ya xweser şengalê biparêzin.

Her wiha, bang li saziyên mafên mirovan jî kir ku bi awayek cidî li ser vekirin a gorên komî bisekinin.

Back to top button